Nazirî bo yekemîn stranbêjê Îranê

15:21 - 27 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Hunermend û stranbêjê Kurd Şehram Nazirî, xelata baştirîn kilambêjiya Îranê di 11`emîn mehrîcana “Dunyaya wêneyan” de qazanc kir. Ew mehrîcan (cejinvare) li Tehrana paytextê Îranê hat lidarxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Şehram Nazirî stranbêjê navdarê Kurd li kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, di mehrîcana ku bo berbijêriya baştirîn hunermend beşdarî kirbû, bi ser kevt û xelata baştirîn kilambêj di warê sînemayê de bi dest xist.

Nazirî ji aliyê heyeta birêveberiya mehrîcan (cejinvare) a sînemayî ve wek baştirên dengbêj di biyava sînema û şanoyê de hat hilbijartin û xelata baştirîn hunermend qazanc kir.

Şehram Nazirî sala 1949`an, li Kirmaşanê ji dayîkbûye. Ew ji zarokatiya xwe de ji aliyê dayîka xwe ve bi kilam û avazan re jiyan kiriye. Li halê hazir jî di warê stranbêjî, afairandina avaz, mamostetiya mûzîka Îranî û Kurdî de çalakiyan dike.

Hunermendê Kurd ê navborî di avazên xwe de di piraniya caran ji helbestên Mulana Cekadetîn Belxî mifah werdigre.