Nawendên ewlehî di Îranê de vekîlsaziyê bo keysên bidarvekirinê dikin

21:21 - 18 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvaneke siyasî yê naskirî, pirojeya nawendên ewlehî ên hikûmeta Îslamî ya Îranê bona vajûkirina vekaletnameya girtiyên mehkûm bi cezaya bidarvekirin, eşkere dike.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, nawendên ewlehî yên Îranê hewla vê yekê didin ku vekîlsaziyê bona wan keysên dadweriyê bikin ku tawanbarê vê bi cezaya bidarvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Eşkerekirina herî nû ya liser kesên ser bi dezgehên ewlekarî ên Komara Îslamî, ji aliyê “Mêhrengîz Kar” a vekîl û nivîskar û çalakvan di warê geşandina demokrasiyê ve, ketiye ber bas.

\"29025.jpg\"
Mêhrengîz Kar
Navbirî di gotûbêja tevî pirograma “Bidarvekirin bes e” bas jê vê pirojeyê kiri û ragehand ku, “Yek ji nawendên ewlekarî ên Komara Îslamî daxwaz ji min kiri ku ez hejmarek zaf ya vekaletnameyê sipî lê vajû kirî bidim wan.

Navbirî dibêje ku nawenke ewlekariyê jê re gotine ku, tu bi tu awyekî tometbarên wan keysan nabînî û qirar nine ku berevaniyê ji mafên wan bikî, tenê egera vê yekê heye ku hinek caran hewce be ku em gelaleyek berevaniyê amade bikin.

Rêxistina Mafê mirov ya Îranê ragehand ku egera vê yekê heye, vekaletnameyên siî bo wan girtiyan bin ku hatibine bidarvekirin yan wan girtiyak ku qirara birêvebirina cezaya wan ya bidarvekirinê çûbe qonaxa cîbicîkirinê de, da ku bi aliyê kên ve li ser kaxezê ji mafê vekîlê mifah wergirtibin.

Tê gotin ku piraniya girtiyên siyas û ewlehî di Îranê de ji mafê girtina vekîlan bêpar in û bi sedema zext û giwaşên herî zêde, vekîl ji ji qebûlkirina keysên wan xwe diparêzin.