Navendên Ewlekariyê li Weşanxaneyên Urmiyê Sîxoriyê Dikin

13:54 - 2 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê bi armanca naskirina çalakên ferhengî û çavidêrya weşanxaneyan, alvên sîxoeriyê di weşanxaneyên Urmiyê de damezirandine.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, heyamê çen mehane ku Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê bi armanca nasîna çalakên çandî û kuntrol kirina weşanxaneyên bajêr,li hemû navend û weşanxaneyan alavên sîxoriyê danîne.

Yek ji xwediyên weşanxaneyan li bajarê Urmiyê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Li îro paşve çap kirina birûşûr û kovaran ji aliyê Îdareya Îttlat tê kuntrol û çavdêrî kirin. Xwediyê weşanxaneyê basê vê yekê jî kir,karê han heyamê çen mehane ji aliyê Îdareya Îttlat destpêkiriye û armanca wan jî naskirina çalakên çandî, sivîl û rojnamenivîsên bajarê Urmiyê ye.

Berê jî Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê di Kafînêtên bajarê Urmiyê bi aramanca kuntrol kirina karberên intêrnêtî,çend alavên taybet bi sîxoriyê li ser kompîyutêran damezirandibûn.