“Navenda Zarokparêzên Rojhilatê Kurdistanê” meşa piştgirî ji Kebûd Vend li darxist

15:45 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: “Navenda Zarokparêzên Rojhilatê Kurdistanê” meşa piştgirî ji Kebûd Vend Rêpîvanek li darxist û hevdem jî Daxuyaniyek weşand.

Ev Daxuyanî gihîştiye Kurdpa ku bi wî Awayî ye:

Bi rêz Kebûd Vend, Parêzerê Mefê Me yên Zrok jî ye, lewma em piştgiriyî jê dikin.

Xelkên bi Rûmete Kurdistana Rojhilat!

Saziyên Berevanîker ji Mafên Mirovan.

Em haydarin ku Serokê Saziya Mafên Mirovan ê Kurdistanê ji aliyê Komara Islamiya Îranê ve bi sedema damezrandina Saziya han, bi 11 salan Cezayê Girtîgehê hatiye mehkûmkirin û niha 5 sal ji wê hukmê derbas kiriye lê seva nedana Izna hevdîtina Malbatê û dîtina kurê xwe ê nexweş, zaftir ji 50 rojan e ku gireva birçîbûnê girtiye.

Weke dizanin, roja yekşemba bihorî rewşa wî ne asayî hat zanîn.
\"5352.jpg\"
Niha ku tev Aliyê Mafên Mirovan nîgeranê rewşa wî ne, em jî xwe li hemberî wî deretanî xemsar nizanin û didin xuyanê ku nîgeranê rewşa wî ne.

Bi rêz Kebûd Vend li her xweşiyek Cîhanê bê par bûye û em xwe weke Zarokên Kurdistanê daxwaza serbestî jê re dikin.

Kebûd Vend divê bimîne ji bo parêzevanî ji Zarokên Kurdistanê lewre em piştgiriya xwe ji Kebûd Vend dikin.

Navenda Zarokparêzên Rojhilata Kurdistanê

29’pûşpera 1391’an a rojî