Navenda Hunerî ya Nekeroz alîkariyên mirovî kom dike

20:19 - 16 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Navenda Hunerî ya Nekeroz û girûpa mozîkê ya Nekeroz Kempêynek ji bo piştevanîkirina ji kesên ku di erdhejê de zirar dîtine, li parêzgeha Kirmaşanê de, ava kirine.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdp”yê, Navenda Hunerî ya Nekeroz û girûpa mozîk a Nekeroz bi serperestiya hunermend Elî Abidî kempêynek ji bo piştevanîkirina ji kesên ku di erdheja parêzgeha Kirmaşanê de xesar dîtine rêk xisitine, û alîkariya pere û kelûpelan ji bo wan kom dikin.

Birêveberên vê kempêynê ragehandine ku, ev alîkariyên ku berçav in, kêmbûna xêvetan e û têra xelkê xesardîtî nake, li gora heşîmetê ev bajarane zêdetirî 87 hezar kesî ne, aliyê kêm 21 hezar xêvetên 4 kesî hewce ne, ku mixabin ev jî gellek kêm in, û di hefteya pêşiya me de, di roja Sêşemiyê de baran barîn di wan deveran de dest pê dike û xêvet jî gellek kêm in.

Elî Abidî, berpirsê girûpa hunerî a Nekeroz di sala 1348`an de li bajarê Seqizê hatiye dine, û di sala 1363`an de çalakiyên hunerî ên xwe di warê helbestan de dest pê kir, û piştî du salan bi alîkariya mamosta Reşîd Feyznijad çalakiya xwe ya mozîkê dest pê kir.