Navenda Çandî û Huneriya Vejîn li Bajarê Merîwanê çend devreyên fêrkariyê birêve dibe

14:48 - 23 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Navenda Çandî û huneriya Vejîn li bajarê Merîwanê li Havîna îsal de çend devreyên fêrkarî û hîbûnê birêve dibe.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,ji aliyê navenda Çandî û Huneriya Vejîn 4 devreyên hînbûn û fêrkariyê wek: Zimanê Kurdî, Wênegirî, lêkolînên felsefî, li Havîna îsal de birêve dibe.

Devreya zimanê kurdî ku li sê kilasan de wek: “Rênivîs,rênivîsa Latînî û rêziman,Ziman û Wêje” pêkhatiye, ji aliyê navenda Vejîn birêve diçe.

Her wisa devreya Wênegiriyê li astekî bilind de û bi mamostatiya “Hejar Rehîmîniya” û her wisa devreya “lêkolînên felsefî” ji aliyê navenda Wejîn û devreya”mêtoda Lêkolînê” ji aliyê Hamid Konepoşî birêve diçe.

Navenda Çandî û Huneriya Vejîn li heyamê çend salên bihûrî de hejimarek çalakiyên Çandî û Hunerî wek: Civînên rêzgirtin ji hunermendên kurd wek Osman Hewramî, Şewa Yelda û hejimarek devreyên hînbûna zimanê Kurdî û Mozîk û helbestan li bajarê Merîwanê birêve birine.