Nasnameya yek ji eşkence gerên serke li Urmîye eşkere bû

14:37 - 5 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: nasnameya yek ji eşkencegerên serke kû di kuştin û tepeser kirina wilatiyên Kurd ên parêzgeha Urmîyê de li heyamê çend salane li parêzgeha Urmîyê mijûlî kiryarên dijî mirovî ye,eşkere bû.

Li gor rapora çelengên mafê mirov û dêmokrasî li Îranê, Cehangîr Nemetî ê temen 50 slaî û bilindahî 165 C.M, çav kuşke û reş û xelkê bajarê “MihemedYar” a bajarê “Nexedê”, yek ji wan cinayetkaraneye kû heyamê çendîn sale destek bilind li eşkence û tepeser kirina wilatî û zîndaniyan de heye.

Cehangîr Nêmetî bi pileya Serhengê Sipaha Pasdaran heye û niha cêgirê \"10570.jpg\"
“Hifazaet û Îttlat”ê û berpirsyarê oprasîyonên parêzgeha Urmîyê ye. Nav hatî niha berpirsyarê girtîgeha nepenî a 81’a Remezan a ser bi Sipaha Pasdaran li parêzgeha Urmîyê ye, ku girtîgeha han di navbera leşkerê “Seyêd El Şoheda” û padgana “El Mehdî” hilketiye û di bin çavedêrî û konterola eşkenceger û lêgerên Sipaha Pasdaran deye.

Cehangîr Nemetî yek ji berpirsyarên Sereke ên parêzgeha Urmîyê ye kû li dehika 60’a rojî heya niha di girtin û tepeser kirin, eşkence û çêkirina dosiyeyên bê bingeh jibo hepsiyên siyasî de heye.

Navhatî yek ji eşkencegerên girtîxaneya 81’a Remezan e û zûr caran girtiyên siyasî heya mirinê eşkence dike. Cehangîr Nemetî bi armanca zext û eşkenceya hûndorîn a zîndaniyên siyasî kû Jin û Zarok hene, bi mifah vergirtin ji hereşe û givaşê bo ser Xêzanên wan hepsiyan neçar dike ji mêrê xwe cûd bibin.

Zaf ji hepiyên sîyasi di girtigeha Urmîyê de heyamek dirêj li gitîgeha nepenî a Remezan de bi awayekî howane tên eşkence kirin.