Nasnameya hejmarek li zindanî ên darvekirî yê hepas “Qizil Hisar”ê hat eşkere kirin

13:35 - 1 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: roja pêncşemiya heftiya bihorî 7wilatiyên Kurd li hepsa “Qizil Hisar” a bajarê Kerec,ê hatin darvekirin û nasnameya hejimarek ji wan girtîyan hat eşkere kirin.

Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’  Bêhnam Rehîmî ê kurê Ezîz, Esxr Rehîmî ê kurê Ezîz, Merdan Ehemedî ê kurê Ebdula ku hemû xelkê gundê “Qeryan” a bajarê Sinê ne , nave wan 3,ê wilatiyên Kurde ku li berwar 7,ê Befranbarê li gel 4 kesên din hatibûne darvekirin.

roja çarşem, berwar 6 ê Befranbarê 12 wilatiyên Kurd ên Sûnî ku navê çar kes ji wan “Hamid Ehemdî”, “Kemal Mulayî” , Cehangîr Dêhqanî” û Cimşîd Dêhqanî”bûn, li zindana Qizil Hisar a bajarê Kerec,ê jibo jûra takekesî a zindana Qizil Hisarê hatin birin.

Roja pêncşem, berwar 7,ê Befranbar, 7 kes ji wan havwilatiyane bi sûçê endametî di rêkxistinên Îslamî de li nava zindana Qizil Hisr a bajarê Kerec,ê hatin darvekirin.

Wilatiyên han li sala 1388 a rojî de li bajarê Sinê hatibûn girtin û jibo Îdareya Îttlat a bajêr û paşê jibo zindana Êvîn û piştî heyamekê jibo zindana Recayî Şehr a bajarê Kerecê hatin birin.
ev 12 kese ji alîyê dozgerîya Şorş a bajarê Tehran,ê bi sûçê endametî li rêkxistinên Îslamî de bi darvekirinê hatin mehkûm kirin û paşê ji aliyê dîwana bilin a welêt hat pişt rast kirin û çû bo qonaxa cî bi cî kirinê.

Li dirêjîya piroseya darvekirinê li heyamê yek heftiya bihûrî de 26 wilatî di nava hepên rejîma Îranê hatine darvekirin.