Nasnameya du kes li kuştiyên bajarê Merîwan û Ciwanro hate eşkerekirin

12:33 - 18 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Nasnama du welatiyên nerazî yên xelkê bajarê Merîwan û Ciwanro ku di kombûna nerizayetiyan de, bi teqeya hêzên hikûmetê canê xwe ji det dabûn hate eşkerekirin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçehgihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 25`ê Xezelwerê, “Bêhroz Melekî” kurê Haşim û xelkê gundê Tengîser a ser bi devera Javero ya bajarê Sine, û rûniştiyê “Kanî Dînar” a ser bi bajrê Merîwanê di nav xwenîşanderan de bi sedema gullereşandina hêzên hikûmetê, bi dijwarî hatibû birîndarkirin, û bi sedema kûrbûna birîna wî, navbirî canê xwe ji dest da.

Ew welatiyê Kurd berê jî, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, û heya niha termê wî radestê malbata wî nekirine.

Çavkaniyeke aghedar di nexweşxaneya bajrê Ciwanroyê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku, roja Yekşemî yek ji nerizayetiyên wî bajarî bi navê “Mobîn Ebdûlahî” yê temen 26 salî, û xelkê gundê “Şiwankare” a ser bi bajarê Rewanserê, bi gulereşandina rasterast a hêzên hikûmetê di meydana Besîcî ya bajarê Ciwanroyê de canê xwe ji dest da.

Hêzên Spaha Pasdaran û hêzên ewlehî yên hikûmet di tev bajarên Kurdistanê de cihgirbûne û di piraniya bajaran de, hikûmet nizamî ragihandine.