Nasnameya çar hevwelatiyên destbiserkirî di newrozê de eşkere bû

21:18 - 25 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekariyê li bajarê Nexedê a ser bi parêzgeha Urmiyê çar ciwanên xelkê vî bajarî li dawî rojên sala borî de destbiser kirin.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, roja 26`ê Reşemê çar gencên xelkê gundê Xelîfelyan a ser bi beşa navendî ya bajarê Nexedê hatin destbiserkirin, û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Nasnameya çar ciwanên girtî ku navgîna temenê wan kêmtir ji 21 salî ye, weha ye: Kiyan Kerîmî kurê Hadî Kiyan Urame kurê Se`îd, Mihemed Xebîcî kurê Elî û Riza Sofî Ehmedî kurê Sadiq.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ragehand ku hêzên Îtila`atî ên bajarê Nexedê êvariya roja pêncşemiyê çûne nava vî gundî û êrîşî ser mala van çar hevwelatiyan kirine, û bi bê dana çi belgeyeke qezayî, ew destbiser kirine.

Vê çavkaniyê herwisa ragehand ku piropagendekirina bo partiyên Kurdî sedema girtina van çar ciwanên Kurd bûye.

Pêştir şeş hizb û aliyên siyasî ên Kurdistana Rojhilata bi derkirina daxuyaniyekê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiribûn, ku cejna neteweyî ya newrozê bi awyaî berfireh û bicoş pîroz bikin.

Li gora van raporên ku bo malpera Kurdpa hatine şandin, li heya niha aliyê kêm 23 hevwelatiyên Kurd bi sedema birêvebirina cejna newrozê û bikaranîna axabaniyê ji aliyê hêîzên rejîam Îranê ve ahtine girtin.