Nasnameya 4 welatiyên desteserkirî yên Kurd di Sinê û Merîwanê de hate eşkerekirin

17:09 - 3 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Nasnama 4 welatiyên desteserkirî yên xwenîşandanên wê dawiyê li bajarên Sinê û Merîwanê, eşkere bûn.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Peyman Fireydûnî”, xelkê taxa “Şerîf Ava” a bajarê Sinê, di kombûna nerizayetiyan de, ji aliyê karbidestên hikûmeta Îranê ve hatibû destserkirinê, ji qedera wî ti zanînek ji ber dest de nîne.

Ew welatiyê Kurd, xwediyê jin û male û herwisa kedkare, û bo berdana wî daxwaza barmiteya 50 milyon tumenî dikin.

Her di vê derheqê de, 3 welatiyên Kurd yên bi navên “Behmen Germiyan, Hebîb Şerîfnijad û Şêrzad Edwayî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûna nerizayetiyan de”, hatine desteserkirin û bo ciyekî nexuya veguhastine.

Heya niha, li pey ketina malbatên wan 3 welatiyên xelkê bajarê Merîwanê bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe bê encam mane.