Nasêh Surxabî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

17:26 - 5 Nîsan 2021

Îro Duşemî 16`ê Xakelêwe, çalakvanekî olî yê bi navê “Nasêh Surxabî”, kurê Mihemed û xelkê bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê, bi awayekî demkî heya bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê olî, roja Şemî 23`ê Reşemeya sala 1399`an, piştî bi dawîhatina lêpirsîna wî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Şemî 9`ê Reşemeya sala 1399`an, “Nasêh Surxabî” bi bê hebûna ti belgên yasayî bi tohmeta “çalakiyên olî” ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.