Narazîbûn di hember navên Farsî di hinek kolanên bajarê Seqiz de

16:17 - 11 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Li bajarê Seqizê başek ji akinciyên kolanên “Beharistan” dixwazin navên kolanên wan biguherînin bo navê Kurdî.

Li gor nûçeya Ajansa Kurdpa, di nameyekê de beşeke zaf ji akinciyên kolanên “Beharistana jêrîn û jorîn û nawend” daxwaz ji şêvra bajar û gundiyan kirine ku navê cihê akincîbûna wan biguherînin.

Beşek ji sedemên daxwaziya wan pêk tê ji: Giranbûna nav anîna wan kolanan, bi Farsî bûna wan navan, çêbûna kêşe bo veguhastin û karûbarên îdarê, nebaşbûna (guncawnebûan) wan navan tevî kesayetiyên bajar û akincîbûnên vê beşa bajar.

Bajarê Seqiz ji dehika 60’î pêve berbirûyê berfirehbûn û zêdebûna heşîmetê bûye, û her ji ber vê yekê hêdî hêdî hin kolanên nû ên vî bajarê li qerax bajar çêbûn, ku yek ji wan kolanan bi navê “Hemalawa” ye ku di vê demê de hatiye çêkirin û piştre di dehika 80’an de ev nav bo navê “Beharistan” hate guhertin, lê tu demekî ev nav di nava xelkê de cih negirt.

Deqa nameya ku îşare pê hatiye kirin bi vî awaî ye:

\"28976.jpg\"
(xelkên rêzdar yên ku di Beharistana jêr, jor û nawen ya vê herêmê de jiyanê dikin, li gora sivikî û û Farsîbûna peyva Beharistanê û eva ku ev herêma bi sê hejmarên (Beharistana jor , nawend û jêr) pirr balkêş nîne, û bi başî nayê ser zar, û nivîsandina vê li ser Tirumbêlên giştî jî, aliyê kêm me vinda dike, lê ji bo vê yekê ku nave herêma me jî wek herêmên din bi hêsanî bê gotin û ji bo vê ku kar û barên Îdarî û cî bi cî kirinê jî hêsan be, û ji bo vê yekê ku qedr û qîmeta herêmê jorde aniye, guhertina vê navê giran û Farsî, ku kêrî vê herêma bajêr nîne, em dawxaz dikin ku bilez navê vê herêmê bê guhertin, û navekî sade û Kurdî ji bo wan sê beşan bê hilbijartin û tablûya wan jî bi alîkariya şarevaniyê bê guhertin).