Nameya dukturaya Mamostayek Kurd wek baştirîn berhema Coxrafiya ya Siyasî ya Îranê hate hilbijartin

15:37 - 7 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Nameya Dukturaya Mamostayek Kurd li zanîngeha Peyama Nûr a bajarê Sinê û sernivîsê du heftînameya “Çiro” wek baştirîn berhema Coxrafiyaya Siyasî ya Îranê hat hilbijartin.

Têza Duktura a Eskenedr Muradî, mamostayê zanîngeha Peyama Nûr a bajarê Sinê li jêr nave “Jêopolotîk û Peyvîn, nêrînek li zaniest û deshilatê”ji aliyê navenda zanistî a jêopolotîka Îranê wek baştirîn berhem li ser coxrafiyaya siyasî li Îranê de hat nasandin.

Malpera kurdpirês bilav kir, Mamostayê han li berwar 30’ê Nîsana 2013’an li zanîngeha Xarezmî a bajarê Tehranê hate xelat kirin.

Eskender Muradî li sala 1356 a rojî li bajarê Sinê ji dayîk bûye û sala 1390’an li zanîngeha Tehranê wek neferê yekem li vê zanîngehê dawî bi xwendina xwe aniye.

navbirî niha Mamostayê zanîngeha Sinê ye.