Nadiye Murad weke balyoza niyetpakiya NY hat hilbijartin

21:22 - 18 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: ‘’Nadiye Murad’’keça kurd ya Êzîdî ya rizgarbûyî ji destê Daiş’ê ku çîroka jiyana wê cîhan heyrîmayî kir, li awahiya NY li bajarê Niyo Yorkê û bi amadebûna ‘’Ban Kî Mon’’ weke balyoza niyetpakiyê ya NY hat destnîşan kirin.

Nadiye Murad, yek ji berbijarên xelata Nobel’ ji bo aştiyê ye, herweha kovara Taym a Amerîkî jî, Nadiye Murad weke yek ji kesatiyên herî bihêz li cîhanê de destnîşan kir.

Li merasîmê de, ‘’Emel Kilonî’’ ya hevsera ‘’Corc Kilonî’’, ektera Holyodê weke parêzera xwebexş a Nadiye Muradê axivî û ragihand: ‘’Nadiye hêma û sembola bivêrî û azayetiyê ye’’.

Li vê derheqê de, Nêşîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di nameyekê de ji bo Nadiye Murad’ê tevî nîşandana keyfxweşiya xwe, hêviya serkeftinê ji bo vê keça êzîdî xwastiye û piştevaniya xwe û hikûmeta Herêma Kurdistanê jêre dubare kir.

Piştî êrîşa hovane ya Daiş’ê bo kurdên êzîdî, beşekî zaf ji jin û keçên êzîdî ji aliyên çekdarên Daiş’ê ve weke kole hatin girtin û li bazaran de kirîn û firotin bi wan dihat kirin. Herweha hin ji wan jî piştî azardan, îşkence û destdirêjiyên cinsî, hatin azadkirin ku Nadiye Murad yek ji wan rizgarbûyan bû ku çîroka jiyana xwe û jinên êxsîr li destê Daiş’ê de ji cîhanê re vegêrand û niha jî weke balyoza NY ji bo niyetpakiyê hatiye destnîşan kirin.