Nadir Ziyayîfer bi awayekî mercdar hate azadkirin

17:15 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî 15`ê Pûşperê, girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi navê “Nadir Ziyayîfer”, kurê Mihemed û xelkê “Mela Îsa” ê ser bi devera “Deştebêl” a ser bi bajarê Şinoyê, bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.

Roja Yekşemî 2`ê Xermanana sala 1399an, ew girtiyê siyasî bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, meha Xezelwera sala 1398an, hevdem digel xwenîşandana di bajarên Rojhelatê Kurdistanê de, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê taya 101 a dadgeha Şoreş a 2 a bajarê Şinoyê, bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 3 sal girtîgeha tezîrî hatibû cezakirin.

Ew welatiye piştî piştrastkirina cezayê xwe li dadgeha pûdaçûnê, bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.