Na Sitandard bûna Cadeyan, canê wilatiyên Kurd xistiye metirsiyê

15:40 - 16 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Seba kêmtirxemia raydaran, salane li rê û cadeyan herêma Kurdistana Îranê seva xirab bûna qêra cadeyan, nebûna nîşanên hatûçoyê û nesitandard bûna tirombêlan, sedan wilatiyên Kurd canê xwe ji dest didin.

Tevî destpêka Zivistanê û seva çiyayî bûna herêmên Kurd akincî, berîna befira zûr û kêm bûna berinahiya cadeyan û li heman demê de goh nedana raydaran, dehan bûyerên karestabar ên hatûçûyê dihêne pêş û li encam de sedan wilatiyên Kurd dibine qurbanî.

Çavkaniyek herêmî li bajarê Makoyê bi ajansa nûçegihaniya kurdpaê ragehand: Seva kêm bûna îmkanatên Îdareya “RêgaûBan”,nebûna nîşanên hatûçoyê, hilkevta wan cadeyan li ser rêya tiranzîtê,hatuçoya tirombêln bar helgir ber bi xala sînorî a Bazirganê, cadeyên wî bajarî bi yek ji pir metirsî tirîn cadeyên Îranê dihên hejimartin.

Çavkaniyê base vê hindê kir ko seva xemsariya Polîsên hatuçoyê û wergirtina “Bertîl” (rişvê)ji Şifêrên ku serpêçiyê dikin, salan sedan wilatiyên Kurd û Azerî li herêmê de dibin qurbanî.

Yek ji Şifêrên herêmê li ser wergirtina bertîlê ji aliyê Polîsan, got: seva xirab bûna rewşa abûriya Îranê û kêmbûna mûçê û xirabiya rewşa jiyanê, Polîsên hatuçoyê bertîlê werdigirin û li serpêçiya Şifêran çavpoşiyê dikin.
Ji aliyeke din û pêka rapora nûçegihanê kurdpaê, li heyamê 7 rojên bihorî de seva xirabiya rêya Seqiz-Dîwanderê,5 bûyerên hatuçoyê çêbûne û çend kes bi xurtî birîndar bûne.

Cadeya navbera Seqiz- Dîwanderê pitir ji 40 salan beriya niha û li serdemê deshilatdariya “Heme Riza Şa” hatiye çêkirin.

Heyamek beriya niha Rêkxistina Pizişkê Yasayî a Îranê bilav kir ku li destpêka îsal heya dawiya meha Çileya Paşîn a 2012’an 14,126 kes seba bûyerên hatuçoyê li welatê Îranê de canê xwe ji dest dane ku pêka amara han li wî heyamî de di 3 parêzgehên Kurd akincî ên “Kirmaşan, Kurdistan,Urmiyê, 1192 kesan canê xwe ji dest dane.

Her pêka amara han di parêzgeha Kurd akincî a Îlamê,119 kes seva bûyerên hatuçoyê canê xwe ji dest dane , ku bi beravurd tewî sala bihorî %17 kêm kiriye.