Muntezirî daxwaza pêkanîna nawenda kirîza torên civakî kir

22:15 - 6 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Mihemed Ce’ifer Muntezirî serdozgerê giştî ê Îranê, di axivtina xwe ya herî nû de, derheq rewşa torên civakî de got: “Dijmin ji vê riyê ve buha û nirxên olî û malbatî kirine armanc”.

Nûçegihaniya “ÎLNA” ji zarê Mihemed Ce’ifer Muntezirî serdozgerê giştî ê Îranê, belav kir: “Hewce ye ku bona pêşgirtin ji xisarên torên civakî, nawenda kirîzê di vî biyavî de pêk bînin”. Navbirî herwisa sistiya hinek ji berpirsyaran û cîbicînekirina pirojeya înternêta neteweyî (millî), bi du sedemên zêdebûna xisarên vê beşê hesiband.

Navbirî di doma axivtinên xwe de, zêdebûna rêjeya telaqê û xisarên civakî ên din, xiste stûyê torên civakî û wekî belayekê bo canê malbatan bi nav kir.

Mihemed Ce’ifer Muntezirî serdozgerê giştî ê Îranê, pêştir jî torên civakî (fezayê mecazî) wekî nawendeke pîs û jehrî bi nav kiribû.

Eva yekem car nîne ku berpirsyarên Komara Îslamiya Îranê bi vî rengî bas ji torên civakî dikin, û di hefteya borî de jî, Ayetullah Nasir Mekarim Şîrazî di hevdîtinekê de digel endamên “Şêvra Ferhengî ya nawenda Wezareta Navxwe” di xwendingeha “Îmam Secad” ya bajarê Qumê de, gotibû: “Torên civakî, wekî ava şêlû û bêhngenî ne”.

Hêjayî basê ye ku, kompaniyayên ragehandinên bîhanî bona vê ku bikarin çalakiyan di navxwe ya Îranê de bikin, dibe ku karê ajantiyê (casûsiyê, sîxoriyê) ji wan re bikin. Li gora vê daxwazkariyê, ew kompaniya têne erkdarkirin ku dibe zanyarî û çalakiyên girêdayî bi hevwelatiyên Îranî radestî Îranê bikin.

Ew hewlên cihê heyrîmanê ên wan di demekê de ye, ku beşa herî zêde ya berpirsyarên Komara Îslamî û yek ji wan ofîsa Elî Xamineyî beşdariyeke berçav di torên civakî de hene.