“Muhsên Ehmedzade” careke din hate binçavkirin

18:27 - 23 Çirriya paşîn 2021

Roja Şemî 22`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Muhsên Ehmedzade”, kurê Rostem û xelkê gundê “Kosekerêz” ê ser bi bajarê Mihabadê, piştî gazî kirin bo dadgeha Şoreş a wî bajarî careke din hate binçavkirin û bo girtîgehê hate veguhastin.

Çavkaniyeke agehdar di wê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” yê ragihand: Ew welatiye bi biryara binçavkirina demkî bo heyama mehekê ji aliyê dadwerê dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve hate binçavkirin û bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayê demkî heya dema dadgehîkirina wî ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin.

 “Muhsên Ehmedzade”, di heyama binçavkirinê de li “destpiragîhîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Navbirî li roja Înê 12`ê Xermananê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin û hêzên ewlehî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ew ceza dan.

“Muhsên Ehmedzade”, xêzandar û xwediyê 2 zarokan e.