Monomênta Helebçê li bajarê Şinoyê hate çêkirin
14:27 - 12 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Li Meydana Helebçê li bajarê Şinoyê monomêntek bo bîranina 5000 hezar Şehîdên Helebçê hate çêkirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, jibo bîranina û rêzgirtin ji qurbaniyên karesata kîmyabara bajarê Helebçê bi destê dewleta Bes ya Îraqê, monomênta şehîdên Helebçê ku sîmbulek ji şehîdbûna 5000 hezar welatiyên helebçeyî ye,li meydana Helebçê û li taxa “Selîmava”ya bajarê Şinoyê hate ava kirin.
her wisa pêykerê “Umer Xaver” û zarokê ku li hembêza vî deye li vê meydanê hatiye danan ku li meha Şibata sala 1988’an bi çekên kîmyayî bûne qurbanî û niha wek sîmbola karesata Helebçê tên naskirin.
Her wisa li meha Tîrmeha vê salê de bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên dewleta Îraqê kevte ber êrîşa çekên kîmyayî û pitir ji 500 kes bûne qurbanî û 8000 kes jî birîndar bûn.
Beriya niha bi 25 salan , balafirên rejîma Bees yên Iraqê, bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombarduman kiribûn.
Êrişa hêzên Saddam Huseyîn di 4ê sibeha 28ê Hezîrana 1987an pêk hat. 4 taxên bajarê Serdeşt û gundên nêzîkî bajêr Reşe Hermê û Deştî Kepran ketin ber bomberana balafirên Iraqê.
Di encamê de bi hezaran Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Di saetên pêşî yên êrişê de xelkê sivîl wer zanî ku ev êrişek ji rêzê ye û bi hewara birîndaran ve çû.
Lê di laşê mirovan de xwer destpê kir, laş werimîn, ji dev, poz û çavê wan av hat, tengenefesiyê destpê kir û vereşiyan. Piştî van bûyeran Kurdistaniyan fêm kir ku ev êrişek bi çekên kîmyewî ye.
Gelek kesên ku hewl dan birîndaran rizgar bikin bi vî awayî jiyana xwe ji dest dan. Hîna baş nayê zanîn ka di vê komkujiyê de çend kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor texmînan herî kêm 8 hezar Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dane.