“MM KURDISTANÊ”: DIVÊ MIHEMED NEZERÎ SERBEST BERDIN

16:26 - 17 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Saziya mafên Mirovên Kurdistanê di daxuyaniyekî de daxwaz ji Berpirsê Dadweriya Giştiya Komara Islamî kir ku Mihemed Nezerî serbest berdin.

Deqa daxuyaniyê bi wê awayê ye:

Daxwaza serbstiya Mihemed Nezerî bipejirînin.

Bi rêz kekê Ayetuula Amuliyê Larîcanî!

Mihemed Nezerî, 19 Salan beriya niha ji aliyê Qazî Cemîl zade ve li Urmiye bi daleqandinê ve hate mehkûmkirin lê 13 Salan beriya niha bi Hebsa Ebedê hate mehkûmkirin ku ew yek Encama Efûyê bû. Niha Hensa xwe li Girtîgeha Goherdeşta kerecê derbas dike û ew heyamê 20 rojan e ku gireva ji xwarinê girtiye.

Bi rêz Larîcanî!

Mihemed Nezerî 19 Salan beriya nihya di demekî de bi bi darvekirinê hate mehkûmkirin ku çi caran ew Îttihama xwe nepejirand û ew yek heya cihekî bû ku wî parêzer jî çi nebû. Heku Dozgehê bikariya ku wê curmê bişopîne, hêj ew Yek tevî Yasaya Komara Islamî dijîtî dikir ji ber ku Têkilî tevî Partiyekî ku niha xebata çekdarî neke, bi bidarvekirin, jê re ne Yasayî ye.

Bi rêz Larîcanî!

Bi êmaje bi viya ku Dadwerî divê piştgirê Mafên Kitekisî û Civakî be, erka nojenandina Mafên Civakî û wekheviyê di civakê de heye. Saziya Mafên Mirovan Ên Kurdistanê ji we daxwazê dike ku Mihemed Nezerî bi zûtirîn dem bê serbest berdan ji ber ku tûşî kiryarek ne Yasayî nebûye.

Saziya Mafên Mirovan ên Kurdistanê
Duşûembî 10’ê Îlona Sala 2012’an