Miyanduav/Ciwanek temen 16 salî yê Kurd dinava avê de xendiqî û termê keseke din hate peyda kirin !

16:07 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Li du bûyerên cûda de li derdora bajarê Miyanduavê nûciwanek temen 16 salî yê Kurd canê xwe ji dest da û termê keseke nenas bi mirî hate peydakirin.

Êwariya Roja Yekşem berwar21’ê Tîrmeh nûciwanek temen 16 salî û xelkê gundê “Girdereş”ya ser bi bajarê Miyanduavê li dema melewaniyan de li bin pira Nizam Abad di avê de fetisî.

Termê wî piştre ji aliyê xelkê herêmê hate peyda kirin û jibo mirîxaneya bajarê Miyanduavê hate şandin.

Ji aliyek din termê welatiyek din li nêz ava navbera bajarokê Sen’etî û gundên “Nesîrkendî” û “Qişlaxlû”hate peydakirin.

Fermandeyê hêzên Întizamî yê Miyanduavê bilav kir, lêgerîn û lêpirsîn jibo wî kesî ku temenê wî nêzîkî 30 salane destpêkiriye.

Navbirî ragehand,heya niha tu kesî wek kes û xizmên kesê mirî serdana Îdareya Polîsan nekiriye û heya niha nehatiye zanîn ku ew kes kêye û çawa canê xwe ji dest daye.