Mirina welatiyik ji mihabad, bi rewşa xwedarda kirinê

19:43 - 22 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: welatiyik kurd, ji xelkêşarê Mihabad, bi rewşa xwedarda kirinê, kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Şoriş Xulamî, kurê Elî, roja Şemî, 29ê Xermanan, 20 September 2014, bi hegerik nekivş, xwe kuşt.

Ev welatiyê Kurd, pêşde, rûniştiyê gundêÇar Ga li dewera Mihabad bûye.

Li Îranê de, ji her 20 car xwe kujiyê, 8 ji wan bi mirin kutayî hatine, ew li rewşik deye ku li welatên pêşketî de, ji her 20 car xwekujiyê, bi tenê 1 ji wan bi mirinê tê kuta bûn.

Gorekî statîstîkên ne-fermî, li her 1 roj da bi forma nawîn, 12 -13 rewşên xwekujiyê li welatêÎranê de diqewimin û bi forma nawîn, li sal de li Kurdistan(herêmên Kurdistaniyên Îran) de bi tenê 40-50 jin, dest bi xwekujiyê didin.

Hejarî, bêkarî, pirsgirêkên civakîû malbatî, parvekirina samana welat bi rewşik ne-adilane û … hd, bi hegerên sereke yên xwekujiyê li Îran û bi taybet li herêmên Kurdistaniyên Îranê, tên hisêb.