Mirina nûciwanik Kurd bi hegera nebûna derziya dije jehr

20:11 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: li şarêÎlam de, nûciwanik 15 salî, li sedem pêvedana dûpişk û nebûna derziya dije jehr û bêpar bûna vîşarî ji komfortên midîkal, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Duşem, 16ê Pûşper, 7 July 2014, nûciwanik ji xelkêÎlam, bi navê Armîn Mohemmediyan, li sedem pêvedana dûpişkê, li gundê Av Hinar de, kutayî bi jînê hat.

Mirina vî welatiyî li demik de bû ku, bi hegera nebûna komfortên midîkal, li gundê Av Hinar de û her wisa pirsgirêk ûxirab bûna labratoara behyariya bexşa Mûr Mûrî, ev birine mal.

Li dema zivirandina Armîn bo malê de, jehra dûpişkê, gişt bedena vî de belaw bûye û tev xwîna vî bûye û paşî, cîde birine şarê Abdanan û li vir jî raguhastiyê sentera bêhdaşta parêzgehê kirine.

Dêhyarê gundê Av Hinar li hevpeyvînik tev nûçe gihaniya Mêhr de, pêre negihîştina midîkal, sedema mirina vî nûciwanî aniyê hisêb û gotiye; nebûna Ambolans li bexşa Mûr Mûrî de, hegerik din ya vê qewimiya trajîke.

Bi gotina Mohemmed Kemerî, pêştir jî, 4 kesên din, li sedem jehra dûpişkê de canê xwe ji dest dane û serwey nivî’sîna name û agadar kirina senterên girêdayî bi vê hindê, heya derziya dije jehr li bexşa Mûr Mûrîû Av Hinarê dejî, dest nakeve.

Yekik ji endamên lêjna zanista zanîngeha Îlam, li gotinên ser mirina vî nûciwanî de gotiye: xelkên vî gundî kesên kedkar û dil nermin, lê ji hemû xizmetguzariyan bê parin.

Nawbera gundê Av Hinar heya bexşa Mûr Mûrî, 15 Km e û li wir heya şarê Abdanan jî 50 Km e.

Kêmasiya komforên bêhdaştîû midîsîn, li pitira dewerên Kurdistanî, bûye kirîz û welatiyên Kurd, tim metirsiya can ji dest danê ser heye.

Roja borî dejî, ajansa Kurdpa, weşandibû; ku li şarê Ser pilê Zehav de li parêzgeha Kirmanşan, bi tinê 1 duxtore zarokan heye û nexweşxana vîşarî jî, ji wergirtina zarokan xwe diparêze.