Mirina lawik Yarsanî li padiganik milîtarî, ser bi sipaha pasdaran

15:54 - 28 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: serbazik Yarsanî, li sedem xemsarî li şandin bi nexweşxanê, li padiganik milîtarî, li Serpilê Zehav de, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, lawik Yarsanî, bi navê, Yasir Ziraî Mîr Hisarî, kurê Kazim, ji xelkê gundê Bizmîrava, ku li padigana Ebûzer li şarê Serpilê Zehav de li rewşa derbas kirina serbaziya xwe bûye, bi hegera êşû nexweşiya hestiyan, jiyana vî kuta bûye.

Bi gotina serekaniyik agadar, ev serbaz, pêş mirina xwede, bi caran daxwaza mirexesîûşandin bi senterik midîkal kiriye, lê , xwesta vî ji aliyê fermandeyên milîtarî de, hatiye red kirin.

\"22902.jpg\"
Yasir Ziraî Mîr Hisarî, li sedem êşû nexweşiya hestiyan de, miriye
Serekaniyê ew jî eşkere kiri ku, li roja Înî, 2ê Xexelwer, 24 October 2014 de, li ser pêdegiriya serbazên hevalê vî, yasir raguhastiyê nexweşxana şarê Serpilê Zehav kirine û pêş hindê ku bikeve bin çavdêriya duxtoran de, canê xwe ji dest daye.

Jornalîstê ajansa Kurdpa li Serpilê Zehav de, ragihandiye; malbata vî serbazê yarsanî, fermandeyên milîtarî bi heger a mirina kurê xwe, tawanbar kirine.

Li vê barê de, fermandeyên milîtariyê padigana Ebûzer, gotine: bi hukmê teitîl bûna roja Înî, ji şandina vî serbazî bo senterên midîkal, xwe parastine.

Padigana Ebûzer, li 20Km başûrê rojhilata şarê Serpilê Zehav, li bintara çiyayê Dane Wîşk deye.

Li midê wan çend salên borî de, bandor û hereşe ser civaka Yarsan, ji aliyê hukûmeta islamiya Îranê de, zêde bûye û heya niha, bi caran ketine ber bêrêzîû sivikatiya ji aliyê kesên dij bi Yarsanan li senterên asayişî-milîtarî de.