mirina karkerik Kurd li sedem qewimiya kar

19:14 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2014
ajansa Kurdpa: karkerik ji xelkê dewera Şino, paşî 3 roj man li nexweşxanê de canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li 10ê Pûşper, 1 July 2014, de karkerik bi navê Resûl Nebûzadê, 28 salî, kurê Osman, li sedem hiloshina malik ser serî de, kutayî bi jîna vî hat.

Resûl Nebîzadê( Resûl Şikak), ji xelkê gundê Sîngan, li dewera şarêŞino û xwedî jin û zarok bû.

Ev karkerê Kurd, li 7ê pûşper de tûşî vê pêşhatê bibûû paşî 3 roj man li nexweşxana şarê Ormî, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta dezgeha giştiya “ Teimîn Ictimaî” li sala 1392 de, 19,477 karker li Îranê de tûşî qewimiyên kar bûne û ew hejmar, bi tenê ya kesanin ku bi fermî navên wan li dezgeha Bîmê de hatiye tûmar kirin û xwediyê defterça bimê bûne.

Nebûna eminiya kar, nebûna tiştên pêwîst bo xebitina ser kar, tiştên ji kar ketiyên kevin û her wisa nebûna zaniyariyên pêwist ser rewşa kar kirinê, hegerên bingehînên hatin pêşa qewimiyên kar li Îran, tinin pê.