Mirina karkerekî bi hilweşîna dîwarê tunelê

13:59 - 9 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema teqîneke xwezayî û şimitîna keviran ji banê tunelê, karkerekî li Îlama rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, dema kolan û vedana tunela “Kebîrkûh” (zinarê mezin) ser rêya Abdanan –Dereşehr, karkerk ku mijulî xebatê bû bi şimitîna keviran bi ser de jiyana xwe ji dest da.

Bûyer beriya niha bi du rojan (7/3/2015’an) qewimî.

Raporta gihîştî Kurdpa li ser vê bûyerê viha şirove kir: Ew karker dema dixwest ji tunela hezar metreyî ya Kebîrkûh derbas bibe, ligel teqîneke suriştî rû bi rû dimîne ku piştre kevir û xwelî ji dîwarê tunelê dişimite; tu riyekî jî bi wî karkerî re namîne û di encamê de ew dikeve bin dîwarê şimitî de . Piştre wî radikin nexweşxaneyê ku bi sedema dijwarbûna birînan demildest li wir dawî bi jiyanê tîne.

Nasnameya wî karkerî ku bin tedawiya bijîşkî de jiyana xwe winda kirî Elî Mûsazade, akinciyê Dereşeh hatiye îlan kirin.

Mirina wî kedkarî di demekê de ye ku Waliyê Abdana rewşa ewlehiya tunelê garantî kirbû.

Peymanker û taşeronên pirojeya tunela “Kebîrkûh” pêştir ragihandibûn: Beriya niha bi 31 salan yekem teqîn li wê tunelê qewimîbû. Herwiha eav jî bilêv kiribûn ku di şev û rojekî de divê 6 metre ji tunelê bên kolan.
Tunela “Kebîrkûh”4 hezar û 600 metreya dirêje ku heya niha 1 hezar û 23 metre ji wê hatiye kûr kirin.

Gor serjimêriya Saziya otopsî (bijîşk qanûn )a Îranê, hejmara mirina karkeran li wan salên dawiyê li çav salên borî, sedî 4 zêdebûn bi xwe girtiye.
\"25251.jpg\"

\"25250.jpg\"