Mirina derbketiyek bi hegera nebûna derman li nexweşxana Ormiyê

22:03 - 25 Gulan 2013
Ajansa kurdpa: hevwelatiyek xelkê Nexedê başî derb lêketin li qewmaya ajotwaniyê û raguhastin bi nexweşxana Ormî, bi hegera guhnedana duxtoran û kêmasiyên dermanan , canê xwe ji dest da.

Bi raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, hevwelatiyek Kurd bi navê Kako Moradî bi hegera lêdana 2 ampûlê bêhişker û her wisa guhnedana duxtorên nexweşxana Ormiyê , canê xwe ji dest da .

Çavkaniyek agadar bi raportêrê kurdpa ragihand : Kako Moradî tinê pêyên vî derb lêketibûn, lê bi hegera lêdana 2 ampûlê bêhişker ku bibû sedema bêhiş bûna vî, canê xwe ji dest da.

Kako Moradî kurê” Semed” xelkê gundê Qarnê ji dewera Nexedê ye ku 1 heyva Xurdad li rêka nawbenda Nexede-Qarnê tûşî qewmaya ajotwaniyê dibe ku paşî raguhastin bi nexweşxana Ormî, bi hegera kêm bûna dermanan li nexweşxanê û pêre negihîştin û lê şar nebûna pêwista duxtoriyê ji aliyê personelên dermanî , paşî 1 roj li nexweşxanê wefat dike.

Li midê wan çend salên borî de hejmarek berçav ji hevwelatiyan bi hegera lawaziya rêwebiriya berpirsên senterên medikal û her wisa kêm bûna dermanan li nexweşxanan de, ketine metirsya mirinê ku ew pirsgirêk li hermên dûr ketî û cida mayî de bi çend qatan zêdetire.

Gorekî statîstîkên nîve fermî, bi sal nêzî 15, 000 lome bi forma nivîskî ser kêmkariya duxtoran li nexweşxanên Îranê de tên tûmar kirin.