Mirina birîndarik %70 yê kîmiya barana Serdeşt û rêz jê negirtina bonyadêŞehîd ji termê wî welatiyî

16:48 - 8 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: yekik ji berketiyên çekên kîmiyayî li şarê Serdeştê, paşî 27 sal ji birîndar ketinê, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporata ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; sibêzûya roja Înî, 16ê Cozerdan(6 June 2014), birîndarik ji kîmiyabarana şarê Serdeşt, bi navê Enwer Xelîl pûr, li nexweşxana Sasan li Tehranê de, jîna vî kuta bû.

\"20369.jpg\"
Enwer Xelîl pûr li nexweşxanê
Ev welatiyê seqet bûyê %70ê kîmiya baranê bû, ku li midê wan 27 salan de tûşî pirsgirêk û nexweşiyên bedenî, psîkolojîk û nefes kêşanê bibû, ku her bi vê hegerê bi dom li bin çavdêriya duxtoriyê de bû.

Li rojên 7 û 8ê Pûşpera sala 1366a rojî de, firokên bombardmana ertêşa beisa Êraq, 4 cîû dewrên pir xulyaqetêşarê Serdeştê, bombardman kirin.

Raportêrê Kurdpa ji zimanê malbata Enwer ragihand; xercê wê ambolansa ku termê Enwer anîbû, 700,000 tûmen bû ku gişt ev dirafa ji aliyê malbata vî de hatedanû bonyada Şehîd û isargeran, xwe ji dana vî dirafî parastin.

\"20367.jpg\"
Termê vî welatiyê Kurd, şeva borî bi pêşwaziya xelkêû pêşkkirina gulên sipî rûberû bûn,rêresma bi xak spardina Enwer Xelîlpûr, li 17ê Cozerdan(7 June 2014) bi rêço.

27 sal pêş nihade li sala 1366 de, li sedem bombardmana kîmiyayiya şarê Serdeşt, nêzî 500 kesên sivîl û bê tawan hatin kuştin û zêdetir ji 8,000 kes jî hatin birîndar kirin.

Ji gelempera wan 8,000 kesan, bi tenê 1340 kes bi rewşa fermî bi seqetiya %25 bi ciyên girêdayê hatine nasandin û ji aliyê bonyadêŞehîd de miaşê heyvane wan re danîne û yên mayî ku nêzî 6600 kesin, çi dosyeyik çininin û ew welatiyane, daxwaza bi fermî nas kirina wan û danîna miaşê heyvane hene.
\"20375.jpg\"

\"20376.jpg\"

\"20387.jpg\"

\"20388.jpg\"