Mirina 94 kesan li Kirmaşanê seba bikaranîna madeyên hişber

13:26 - 1 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Tevî vê yekê ku tûşbûn bi madeyên hişber rû bi nifşa ciwan kiriye, rêjeya mirina kesên ku wan madeyên bikar tînin, li welatê Îranê ber bi zêdebûnê ve diçe.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi sedema bandora bi karanîna madeyên sirker li parêzgeha kirmaşanê, ji meha Adar”march” heya Çiriya pêşîn (oktoberê) 94 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berpirsê Şêwra hemahengî a rûbirû bûn ligel madeyên hişber li Kirmaşanê ragihand: Di heyamê 8 mehên destpêka evsal a Rojî li welatê Îranê, 1762 kesan bi sedema bikaranîna nigatîv a madeyên hişber, jiyana xwe winda kirine ku 94 kes ji wan kesên mirî, rûniştiyên parêzgeha kirmaşanê bûn.

Elî Şemşîrî, di dirêjeya axaftina xwe de got: Li gorî raportan, piştî qezaya terafîkê, bandora bikaranîna madeyên hişber, duyemîn sebeba mirinê li welatê Îranê tê hejmartin.

Wî berpirsî amaje bi wê yekê jî kir ku ew Tiryak a niha tê bikar anîn, ligel pîsatiya însan û ajalan, nanê şewitî, cergên mirîşkan, çerm û çend tiştên din tev dikin ku gellek asarên xirab bi pey xwe tîne.

Hevdem ligel vê yekê, Hebîbullah Asifî, li civîna rûbirû bûn ligel madeyên hişber li bajarê Dizfûlê ragihan: Belav kirin û tûşbûn bi madeyên hişber, wek mezintirîn gefa ewlekarî li Îranê tê hesibandin. Eva di demekê de ye ku çavdêrên siyasî liser vê bawerê ne, Sipaha Pasdaran û wezareta Îtilaat a hikûmeta Îranê, ji mezintirîn bazirganên madeyên hişber tên binav kirn û roleke here girîn di wî warî de dilîzin.

Bi gotina çalakvanekî û xelkên devera Serdeşta rojhilatê Kurdstanê, Sipaha Pasdaran li deverên wî bajarî, 300 bingeh û aşxaneyên berhem anîna madeya hişber a “Şîşe”ava kirine ku bi gotina wî çalakvanî, endamên Sipaha Pasdaran ji wir, madeyên amadekirî bo cihên din ên Kurdistanê didin veguheztin.