Mîna bi cî mayî ya binkeyik kevin li Mihabad, binemaleyik kire qurbanî

13:54 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: teqîna mîn ya bi cî hiştiya paygahik sipaha pasdaran li dewera Mihabad, kuştîû birîndar bûna malbatik 5 kesî yên ji xelkê dewera Mihabade lêket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Çarşem, 25ê Pûşper, 16 July 2014, 5 kes ji endamên malbatik Kurd, ji xelkê gundê Berde Reşan li dewera Mihabad, bûne qurbanî.

Li vê qewimiyê de, Semed Bîbak, babê vê malbatê, canê xwe ji dset daye.
4 endamên din yê vê malbatê, bi hegera birînan, li senterik midkal de li şarê Mihabad, bin çavdêriya duxtoran dene.

Bi gotina serekaniyik agadar ji vê qewimiyê; ev malbat li roja Çarşemî, li nêzî kevne paygahik ya sipaha pasdaran li rewşa nok dirûn de bûne ku, tiştik hesinî(asinî-ahenî) peyda kirine û bi şika hindê ku asewarik dîrokî be, tev xwe birine mala xwe û dest têdane.

Li vê teqînê de, zarokik biçûk, bi navê Huşyar Bîbak û jinik 60 salî bi navê Meryem Ibrahîmpûr, bi dujwarî birîndar bûnû 2 keçên ciwan, bi navên Golzar Bîbak û Leyla Ellahpûr, nuxsan bûn.

Gundê Berde Reşan, li nawbenda şarên Mihabad û Miyan du av li parêzgeha Azerbaycana rojava deye û bi gotina welatiyên ji Mihabadê, dor û berên wan kevne binkeyan, çi cur nîşandeka agadarî danêû têlên rêsayî li dorê de çininin.

Welatiyên Kurd li dewerên ser sînorên Kirmanşan, Azerbaycana rojava, Îlam û Kurdistan, paşîşerê nawbera Îran-Êraqê wirvêde, bi hegera mîn danîna ser sînoran de li reşik ne-êmin û pir ji metirsiyan de dijîn û li kuratyên Kurdistanê dejî, milk û erdê welatiyan, bi hegera hebûna hêzên Kurdî de, ji aliyê sipaha pasdran de bûne meydana mînan.

Pêştir jî li gundê Nişkaşa ser bi şarê Merîwan de jî, 7 zarokên Kurd, ku temenê wan li nawîna 8-10 salî bûne, li sedem teqîna mîn de tûşî birîndarîû segetiyê bûne.