Milîtarên hukûmî li dewera Pawê de tev kasibkraan lev dan

12:20 - 12 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li levdana hêzên intizamiyên hukûmeta islamiya Îran tev kasibkarên Pawê, welatiyk hat girtin û karbidestik jî birîndar bû.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, şeva roja Dûşem, 18ê Azer, karbidestên intizamî li nêzî gundê “ Wera” bi hêriş kirin ser wesayîta welatiyên Kurd, pêşgirî ji çon-hatina wan bi şarê Pawê kirin.

Yekik ji xelkê gundê Wera bi erênî kirina vê raportê ragihand: saet 10ê şev, hêzên milîtariyên Îran tev welatiyên ku dixwestin bi Pawê li parêzgeha Kirmanşanê herin, levdan û yekik ji wan jî girtin.

Navbirî ew jî got ku li vê levdanê de, bi şika hebûna tiştên qaçax bal çend kes ji rêviyên nawa wesayîtê de, çend maşînên ajanên intizamî, tiştên welatiyan zewt û bi xwere birine.

Her wisa li levdana roja Duşema vê heftiyê de li Hewraman, ajanik intizamî hate birîndar kirin ku kesitiya vi tev kesên girtî heya weşîna vê raportê nahatiye zanîn.

Gunê Wera li 22Km a Pawê de cî girtiye.

Li herêmên Kurdistaniyên Îranê de bi taybet li serhedan li ser sînoran, ajanên milîtarî, bi caran hêrişî ser welatiyên Kurd û wesayitên wan kirine bi şika hebûna tiştên qaçax ku pitir caran birîndarî û kuştina welatiyan jê ketiye.