Mihemmed Nîkipey, bi danîna barmteyê hate azadkirin

11:39 - 14 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemî 23`ê Befranbarê, welatiyê Kurd yê bi navê “Mihemmed Nîkipey”, kurê “Husên” xelkê gundê “Nêy” a girêdayî bajarê “Merîwan”ê, bi danîna barmteyê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barmteya bi qasî 150 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê “Sine” hatiye azadkirin.

 “Mihemmed Nîkpey” piştî bi dawî hatina heyama lêpêçîna wî, di girtîgeha îdareya Îtla`ata “Sine” de, ev bo girtîgeha navendî a wî bajarî hatibû veguhastin.

Êvara roja Çarşemî 17`ê Xezelwerê, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, li cihê bi navê “Selewat Ava” a girêdayî bajarê “Sine”,  ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo girtîgeha îdareya Îtla`ata wî bajarî hatibû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçav kirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin, ti zanyariyek ber dest  tune ye.