Mihemmed Muradî bi derbas kirina 19 sal heps jiyana wî tahlûkeyê de ye

15:40 - 11 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Zindaniyê siyasî ê Kurd li Ciwanro a rojhilatê kurdistanê, bi derbaz kirina 19 sal cezayê girtîgehê, tûşî çend cure nexweşiyan bûye û jiyana wî li xeterê de ye.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Mihemmd Muradî nasnameya wî zindaniyê siyasî ê Kurd (xelkê bajarê Ciwanro ye) ku beriya niha pişta we hatibûn neştergerî kirin û di çen rojin din jî neştergerî û emelyata mejiyê wî ê bê kirin.

Xizmek ji malbata navborî ajansa nûçegihaniya Kurdpa re got: Li mejiyê meihemed Muradî de cure nexeşiyek giran heye û pêwîstî bi neştergerî û emelyateke bijîşkî li derveyî hepsê heye.

\"24148.jpg\"
Mihemmed Muradî girtiyê Siyasî ê Kurd li bajarê Ciwanro ê rojhilatê Kurdistanê
Mihemmed Muradî kurê Ebdullh ku ji sala 1996’an heya niha ligel Omer Îmamî kurê Hesen, Walî Dirûdî û Elî Salihî li Kamyaranê hatibûn girtin, bi derbaz bûna 19 sal li ser cezayê wan re hîna jî, ji mafê merexesiyê bêpar mane.

Pêştir Cehangîr Hatemî ku tevlî wan girtiyên navborî li zindanê dima, peyamnêrê Kurdpa re gotibû: Mihemmed Muradî tu xwediyên wî li welatê Îranê nemane û bi neçarî bera xwe dane Herêma Kurdstanê ku nikarin alkariya madî bi kurê xwe re bikin.

Beriya niha bi midetekî Omer Îmamî bi danîna barimte (wesîqe) yeke 250 milyon Tûmenî bo heyamê 7 rojan mûhlet bo derveyî zindanê bi wî hatibû dayîn.

Tê gotin ew girtiyên siyasî ên Kurd, heya niha çendîn car daxwaza merexesî bo derveyî hepsê li girtîgeha Yezdê kirine. Lê di demekê de ku berpirsên zindana bajarê navborî razî bûna xwe bi vê yekê re nîşan dane, hêzên ewlekarî ên bajarê Kirmaşanê, rê nadin daku ew zindaniyên siyasî îzna derketin li girtîgehê verbigrin.