Mihemed Nezerî: “Eva 22 sal in ku min serê xwe li hember tu kesî netewandiye”

20:05 - 21 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Mihemed Nezerî girtiyê siyasî ê Kurd ku di girtîgeha “Recayî Şehr” a bajarê Kerecê de binçav e, di nameyekê de bo serokê dadgeha dadweriya Îranê de, bas ji binpêkirina berdewam a mafên xwe di girtîgehê de dike.

Li gorî rapora ku gehiştî destê Ajansa Nûçegehaniya Kurdpayê, Mihemed Nezerî ku eva 22 sal e di girtîgeha Recayî Şehr ya Kerecê de ye, di nameyekî de bo “Elî Larîcanî” serokê Dezgeha Dadweriya Îranê, radigehîne ku, “Çavên Periya (firişteya) Îdaletê ne kor in, belkî eva hûn in ku bi navê dadperweriyê, dadperweriyê binpê dikin, û we Periya Îdaletê şemezarê xwe kiriye”.

Di nameya navbirî de hatiye ku, Rûhanî Dezgeha Dadweriyê bi “xwêyekê fasidbûyî” dişibhîne, ku bê deshilat e û Karên dadgehê li ser bingeha rasipartinan têne encam dan. Lê di hember de Dezgeha Dadweriyê tu dijkiryarek ji xwe nîşan nedaye û hinek mijar xistine ber bas ku bixwe jî baweriya wan pê tuneye.

Navbirî Dezgeha Dadweriyê bi xweser dide zanîn û radigehîne ku li jêr zext û givaş a tu binyateke din de, karê xwe bi rê ve nabe. Lê xwezîka wî di cihê gotinên ne rast derheq bi Dezgeha Dadweriyê de, hinek rastî eşkere kiriban, da ku hemû kesek bizanibe ku Dezgeha Dadweriyê, dezgehek dest û pê girêdayî ye, û piraniya biryarên xwe di bin fermana kes û aliyên din de dide. Xwezîka wî digot ku li dor tometbarên ewlehî û siyasî de min tu deshilatek nine û di bin fermana “Wezareta Îtila’at”ê ye.

Navbirî di dawiya nameya xwe de dibêje ku, ez di dawiyê de pêşniyarê bi we dikim ku di demeke zû de navê “Dezgeha Dadwerî (Qowêyê Qezayiyê) bo “Dezgeha Xezayî” (Qowêyê Xezayî) biguherîne, da ku xelik bizanibin ku di vê dukanê de tu pereyekê nedin, jiber ku tu xwarinek (Xeza) nine û hekî bixwazin tiştekî bi dest bixin, gerek nirxa wê bidin.

Eva di demekê de ye ku li gorî rapora “Radyo Zemane”yê ji ziman Mihemed Nezerî ve hatiye ku, navbirî keysa xwe bo “Komisyonê Efw we Bexşendigiyê” (Komîsiyona Lêborînê) şandiye, lê piştî çend heyvan, hêj tu bersivek nehatiye dan, û ne diyar e ku wê serbest bê berdan, an ne.
Navbirî di hevpeyvîna xwe tevî “Radyo ya Zemane” radigehîne ku, “Ez şanaziyê bi morala xwe dikim, ji ber ku piştî 22 salan, hêj bona serdana derveyî girtîgehê(Murexesî) û tenanet serbestberdanê jî, serê xwe li hember tu kesî netewanidye. Ez alîgirekî sade yê PDKÎ me, û wê bimînim jî û şanaziyê jî pêve dikim”.

Navbirî derheq bi morala xwe di girtîgehê de dibêje ku, “PDKÎ bo min pîro ze. Hurmet û rêz a vê partiyê û armanên wê yên pîroz û wan hemû xortan ku bo azadiya Kurd û Kurdistanê di vê rêyê de canê xwe gorî kirine, bo min bûne moralek mezin, da ku ez piştî derbazkirina 22 sal hepsê, hêj her berxwe bidim”.

Mihemed Nezerî xelkê bajarê “Sayînqela” ya Kurdistana Rojhilat e ku roja 9’ê Xermanan a sala 1373’an(1994), ji aliyê Spaha Ebûzer ya Komara Îslamî li bajarê Bokanê hatiye binçavkirin.

Navbirî bi tometa “Alîgirî û piropaganda ya bo partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îslamî ya Îranê” hate binçavkirin û di dadgeha bê parêzer, bi serokatiya dadwer Celîlzade serokê dadgeha Şoreş ya Bajarê Urmiyê, bi cezaya bidarvekirinê hate mehkûmkirin.

Cezaya Mihemed Nezerî piştre û di sala 1378’an(1999) bi pileyek xatirgirtinê bo girtîgeha heta hetayî hate kêmkirin, û navbirî heya niha jî di girtîgeha Recayî Şehr ya bajarê Kerecê de binçav e.