Mihemed Mokrî helbestvanê Kurd koça dawiyê kir

16:09 - 7 Gulan 2012
Kurdpa: Sibêdehiya Yekşemiyê helbestvan û romannûsê Kurd Mihemed Mokrî bi nesaxiya ji nişkêve koça dawiyê kir.

Li gorî Nûçeyan Mihemed Mokrî helbestvan û romannûsê navdar ê KURD ROJA 17’ê Banemerê bi sedema nesaxiyeke ji nişkêve koçadawî kir.

Wî di jiyana xwe ya edebî de, li çendîn kovar û rojname û dezgehên ragehandinê de kar kiriye.

Mokrî beşdarî li çendîn korr û sîmînar û çalakiyên edebî dekiriye û romannûsek baş bûye û yek ji berhemên wî li qada edebî a Kurdî de bas û gengeşe çêker bûye.

Navbirî sala 1324’an li bajarê Kerkûkê de ji dayîk bûye û xwediyê çendîn berhemên edebî û bi taybetî romanên “heres, tole, ejdîha û segwer” bûye.