Mihemed Mistefazade wefat kir

12:47 - 16 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Mihemed Mistefazade yek ji kesayetiyên nasikirî û nivîskarê herêma Hewraman a Kurdistana Îranê wefat kir.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa:sibedeya roja Sêşem, berwar 26’ê Befranbar Mihemed Mistefazade nivîskar û wêje zanê Kurd ê xelkê Hewramanê seva nexweşiyê li bajarê Merîwanê wefat kir.

Nivîskarê Kurd li heyamê jîyana xwe de çend pirtûk vergêrandin ser zaravê Hewramî ku dikarin amajê bi: “Name nuîstey be zaravî Hewramî,Zaravê Hewramî û Cîhana mudêrn” bikin.

Her wisa di berwar 16’ê Befranbara îsal Nasir Hesenî rojname nivîs û çelengê Ferhengî ê xelkê bajarê Bokanê li temenê 39’ saliyê de li nexweşxaneya bajarê Sinê wefat kir.