Midûrekî sîpora kurdistanê hat binçav kirin

15:39 - 25 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Binçav kirina berpirsên werzişî li Îranê û tevlîhev kirina Sîpor û siyasetê li wî welatî, bandor li ser werzişa Sine a rojhilatê Kurdistanê jî kir.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi tometa fesad û gendeliya malî, doh 24’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, rêveberê îdareye Werziş û Ciwanan li bajarê Sine, hat binçav kirin.

Navborî bo heyamê 5 sal bû ku îdareya Werziş û Ciwanan li Sine bi rê ve dibir.

Pêştir jî li Sine 5 cîgir û endamên Şêwra Îslamiya wî bajarî, bi tometa gendeliya malî a milyard Tûmenî, hatibûn binçav kirin.

Peyamnêrê kurdpa li Sine, nasnameya rêveberê werzişî ê hatî girtin “S. E’” da zanîn û ragihand: Ew bi firotina bayê 1 milyard Tûmen alavên sîporî ên îdareya Werziş û Ciwanan hatiye tometbar kirin.

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha bi mehekî, Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Dewleta Rûhanî li ser pirsa Fesad û gendeliya malî li nav sîpora Îranê, hişdarî dabû.