Midê 7 heyve sernivîsa jin û mêrik ji Merîwan nerone

12:13 - 8 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: paşî zêdetir ji 7 heyvan ji girtina jin û mêrik ji Merîwanê bi destê hêzên asayişa vî şarî, heya niha sernivîsa wan bi neronî her maye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ji sernivîsa “ Beyan Kakaxanî û Hîwa Dar Aferîn” ku li 17ê Reşema sala 1391 ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranêhatibûn girtin, çi agadariyik berdest de çinine.

Bi gotina yekik ji nêzî binemala van 2 welatiyane, li midê 7 heyvên borî de malbatên Beyan Kakaxanî û Hîwa Dar Aferîn, bi 10an car serdana senterên asayişê û dadeweriya hukûmeta islamiya Îran li şarê Merîwan kirine, lê ser sernivîsa zarokên çi agadariyik pê neragihandine.

Hevdem te girtina van jin û mêrê ji merîwanê, 4 welatiyên din bi navên “ Hêmin, Farûq Rehîmzade, Xelîl Şîrzadî û Ebdullah Gulşen” ji aliyê hêzên ewlehiyê hatine girtin.

Hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îran, ev 6 kesane bi kuştina endamik ji sipaha pasdaran bi navê “ Bile Qereçî” twanbar kirine, lê kesên van girtiyan vê tometê bê bin û bi lawaziya wan hêzanê anîne hisêb.