Midê 2 heftiye sernivîsa Simko Xilqetî nerone

20:53 - 15 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: Simko Xilqetî, girtiyê siyasiyê Kurd, ji xelkê şarê Mihabad, midê 15 roje, çi agadariyik ser sernivîs û cê ragirtina vî ber dest de çinine.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa: paşî hindê ku li roja Sêşem, 13ê Reşemê, bi maina raguhastin bi benda 350a girtîgeha Êvîna Tehranê bangê şaxa bi rê xistina girtiya ya girtîgeha Recayî Şehra Kercê kiribûn, bi ciyik nekivş raguhastine.

Serekaniyik nêzî malbata Simko Xilqetî bi raportêrê Kurdpa ragihand; li demik de kesên vê girtiyê siyasî bi dû çone, hatine agadar kirinê ku Simko Xilqetî li girtîgeha Êvîn de nine û heya niha jî cê ragirtina vî girtiyê siyasiyê Kurd nehatiye ron kirinê.

Simko Xilqetî, midê 4 sal û 1 heyve ku li girtîgehên Îrnê de li rewşa girtinê deye, roja Çarşem, 29ê Rêbendan, bi maina hevdîtin tev malbata vê, li salona 12a girtîgeha Recayî şehra Kerecê anîne der û midê 3 rojan li oda teke kesî ya vê girtîgehê de ragirtibûn.

Ev Endazyarê Kurd li 28ê Befranbara sala 1388 de li şarê Erak de hate girtin û paşî li dadgeha inqilaba vê şarî de, hukmê 15 sal hewsa teizîrî jêre birîn û ev hukim li dadgeha pêdeçonê û dadgeha bilinda welat de hate erênî kirinê.