Mesûd û Xusro Kurdpûr îzna Wajo Kirna Wikaletnamê bi wan nehatiye dan
14:38 - 16 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Mesûd û Xusro Kurdpûr heta niha îzna wajo kirna Wikaletname ya Ebas Cemalî parêzerê payek 1 yê dadgusteriyê bi wan nehatiye dan.
Kemal Husênî bi nûçegihanê ajnsa Mukiryan ji bilî piştrast kirina vê nûçeyê di pêywendiyek telefonî de bi ajansa kurdpa ragehand: Sibêdeya Îro tevî Ebas Cemalî jibo dîtina dosyeya birayên Kurdpûr serdana Serdozgeriya bajarê Mihabdê kiriye, ku me dît heta niha wikaletnameya wan 2 birayan nexistine ser perwendeya wan.
husênî base vê yekê jî kir ku Parêzerê wan du birayên rojnamenivîs ragehandiye, Nebûna wikaletnameyê li ser dosyeya wan,vê wateyê dide ku heya niha Mesûd û Xusro Kurdpûr îzna wajo kirina wikaletnameyê bi wan nehatiye dan.
Berwar 16’ê Adara 2013’an ,li demekê de ku Parêzerê wan jibo çavpêkevtin tevî wan du birayan serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mihabadê kiribû, ji aliyê hêzên Îttlatî îzna wikaletê jê hatibû sitandin û pê hatibû ragehandin ku paşê dê vî haydar bikin, lê heya niha û serbarî haydar nekirinê,wikaletnameya parêzerê wan nexistine ser dosyeya wan du birayên rojnamenivîs.
Navbirî basê vê hindê jî kir ku îro serdozgeriya bajarê Mihabdê di nameyeê de jibo Îdareya Îttlat a bajêr daxwaz kiriye ku Mesûd û Xusro Kurdpûr bi telefonê tevî malbatên xwe qise bikin, lê li dema serdana me jibo Îdareya Îttlatê ev daxwaz ji aliyê hêzên Îttlatî nehat pejirandin.
Xusro û Mesûd Kurdpûr berwar 8 û 10’ê Adara îsal ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin û serbarî derbasbûna 40’rojan bi ser girtina wan de,çi nûçe li ser rewşa saxlemiya wan li berdest de niye.