Mesûd û Xusro Kurdpûr bo Îdareya Îttlata Urmiyê hatine şandin

14:08 - 28 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Mesûd û Xusro Kurdpûr 2 birayên Rojnamenivîs û çalakên Mafê mirov ji aliyê hêzên Îttlatî bo Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê hatine şandin.

Kemal Husênî rojnamenivîs û alikarê ajansa nûçegihaniya Mukiryan jibilî piştrastkirina vê nûçeyê bi ajansa kurdpa,ê ragehand: Roja Sêşemiyê li dema serdana Serdozgeriya bajarê Mihabadê ,Dadsitanê dosiyeyê bi me ragehand ku ev du bira jibo lêpirsînê bo navendên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatine şandin.

Husênî basê vê yekê kir ku serbarî dudaçûna berdewam li ser rewş û çarenivîsa wan du birayên rojnamenivîs, heya niha çi zaniyariyek ji aliyê Îdareya Îttlat û Serdozgeriya Înqilab a bajarê Mihabadê bi me nehatiye ragehandin.

Xusro Kurdpûr berwar 8’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îttlatî di nava mala xwe de li bajarê Mihabadê hat girtin.

Her wisa rojek paştir Mesûd Kurdpûr , birayê vî li demekê de ku jibo lêpirsîn li ser sedema girtina birayê xwe serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mihabadê kiribû, ji aliyê hêzên Îttlatî hat girtin.

Her di vê pêywendiyê de û li demekê de ku parêzêerê Xusro û Mesûd Kurdpûr jibo çavpêkevtin tevî wan du birayan serdana Îdareya Îttlat a bajarê Mihabadê dike,ji aliyê hêzên Îttlatî Îzn nameya vî a parêzeriyê jê tê sitandin.