Mesûd Şemsnijad hat azad kirin

20:30 - 12 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa:Mesûd Şemsnijad Parêzerê Kurd ê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, bi derbas kirina cezayê lê hatî birîn, li zindana bajarê navborî hat berdan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, sibeha îro Dûşemî 12’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, Mesûd Şemsnijad piştî 4 meh ceza, ji hepsê hat azad kirin.

Parêzerê Kurd ê navborî, dawiya meha yekem a payîza derbasbûyî, bo dozgerî (beşa ceza birîn) ê hatibû bang kirin û bi dûre 4 meh ceza lê hatibû birîn ku îro mehkûmiyeta xwe bi dawî kir.

\"24163.jpg\"
mesûd Şemsnijad piştî demjimêrek serbest berdana wî li zindanê
ew wekîl û parêzerê pile yekem ê dozgeriyê, bi tometa piropagende û endambûn li partiyên opozosiyona hikûmeta Îslamiya Îranê, ji aliya liqa 2’em a dozgeriya Înqilab (şoriş) a bajarê Urmiyê, 4 meh cezayê zindanê lê hatibû birûn ku piştre dozgeriya bilin jî ev yek pejirandibû.

Osman Muzeyen, Salih Nîkbext û Ebas Cemalî, 3 parêzerên Kurd in ku wekaleta doseya “Şemsnijad” bi stu girtibûn.

Pêştir Parêzerên Navenda Parastina mafên mirovan di destek kirin wî parêzerê girtî de, daxuyaniyek nivîskî weşandibûn û girtina Mesûd Şemsnijad ne yasayî dabûn diyar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Mesûd Şemsnijad, tevlî girtiyên siyasî ên Kurd ku beriya niha bi midetekê, (dest bi greva birsîbûnê kiribûn), beşdarî ji gervê kiribû.