Mesûd Kurdpûr ji girtîgehê azad bû

21:16 - 13 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Rojnamenivîs û çalakvanê Mafê Mirovan ê berê yê Kurdistanê ji girtîgehê serbet hat berdan.

Li gor nûçeiyên ku giheştine Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di roja derbazbûyî de, Mesûd Kurdpûr piştî derbazkirina 3’ê sal hepsê, ji girtîgeha Mehabadê vegeriya ye bo mala xwe.

Mesûd Kurdpûr di dadgehîkirina destpêkê bi tawana “kar kirin li dijî nîzamê” bi 3’ê sal hepsa “te’izîrî” û pêwendî digel “çalakiyên teblîxî” de 6 meh hepsa te’izîrî û li ser hev de 3 sal û nîv hepsa “te’izîrî” hatibû ceza dan, ku di dawî yê de dadweriya pêdeçûna parêzgeha Azerbaîcana Rojava ev heyama vê hepsê bo 3’ê salan kêm kir.

Birayên Kurdpûr (Xusro û Mesûd) ji Ajansa nûçegihaniya Mokriyanê re tevî rewşa binpêkirina mfên mirovan di Kurdistanê de dest bi çalakiyan kirine, 17 û 19’ê Reşemeha 1391’an, ji aliyê Îtila’ata bajarê Mehabadê ve hatibûn destbiserkirin û bo heyama 4 mehan di bendîxaneya Îtila’ata bajarê Urmiyê hatibûn binçavkirin.

Di demên berê de jî Mesûd Kurdpûr di 17’ê meha Gelawêj a 1387’an de, ji aliyê hêzên Îtila’ata bajarê Bokanê ve hatibû binçavkirin û piştre jî ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê 1 sal cezayê girtîgehê jê re hatibû birîn û piştre veguhestin girtîgeha bajarê Tîkabê.

Di dema girtina birayên Kurdpûr heta niha, deha çalakên mafên mirov û saziyên Îranî û cîhanî daxwaza azadkirina wan du birayan kirine.