Mesûd Barzanî ji Emerîkayê re jî û ji suniyan re jî negot erê

14:10 - 24 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Selahedînê pêşwazî li Brett McGurkê nûnerê taybet yê wezîra derve ya Emerîkayê Hillary Clintonê kir û got kurdan tecribeyeka tehl digel hikûmeta Iraqê heye û ji bo her lihevhatinekê jî divêt hûr û kûr bikolin û paşê digel dezgehên Kurdistanê bişêwirin heta ko bikarin biryarekê bidin.

Brett McGurk behsa hevdîtinên xwe yên digel hikûmeta Iraqê kir û got Emerîka dixwaze ko problemên di nêvbera herdu aliyan de bi rêya diyalogê li ser esasê destûrê û peymanên di nêvbera herdu aliyan de bên çareser kirin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got rast e ko problem di nêvbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê de hene lê belê mesele ji wê mezintir e û problema esasî di awayê birêvebirina welatî de ye û kurd vî şiklê niho ko Nûrî Malikî pê Iraqê bi rê ve dibe qebûl nakin.

Mesûd Barzanî got kurdan nameyek ji Hevpeymaniya Niştimanî ya erebên şîî re rêkiriye û li hêviya bersiva wan in û got van rojan heyetên eskerî yên Iraqê û Kurdistanê dê bicivin lê belê kurd vê carê çareseriyeka cidî dixwazin û dê bi awayekê dî li danûstandinan temaşa bikin û got ji bo biryara dawiyê ya Kurdistanê jî ew dê digel aliyên siyasî û îdarî yên Kurdistanê bicive heta ko biryarekê bide.

Her duhî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digel serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî jî civiya. Nucêfî hinek pêşniyarên erebên sinî û bloka El-Iraqiyeyê pêşkêşî Mesûd Barzanî kirin û diyar kir ko ew dixwazin digel kurdan cepheyeka nû ava bikin. Mesûd Barzanî ji Usame Nucêfî re jî got ew dê vê meseleyê digel hêzên siyasî û îdarî yên Kurdistanê baxive û paşê bersivekê bide. Emerîka di xema yekparçetiya Iraqê de ye û dixwaze ko kurd ji hinek daxwazên xwe werin xwarê da lihevhatin çêbe.

Erebên sinî jî ji ber ko Malikî li wan hatiye xezebê mihtacî kurdan in û doza tifaqeka nû dikin. Serokê Kurdistanê ji ber ko berî hertişî berjewendiyên Kurdistanê diparêze ji herduyan re jî negot erê û got dê paşê bersivekê bide wan.
 Nefel