Mesûd Barzanî dê Helwêsta Xwe li Ser Dirêjkirina Serokatîya Xwe Rabigihîne

14:35 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Peyvdarê fermîyê serokatîya herêma Kurdistanê di ragihanekê de ragihand, ku di çend rojên pêş de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê helwsêta xwe li ser her du proje biryarên parlemana Kurdistanê rabigihîne. 

Peyvdarê fermîyê serokatîya herêma Kurdistanê Omêd Sebah di ragihanekê de ragihandiye, ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dê di çend rojên pêş de vegere herêma Kurdistanê û helwêsta xwe di bareya her du qanûnên dirêjkirina maweya serokê herêmê û xûla parlemana Kurdistanê rabigihîne, ku parlemanê di kombûna xwe ya duh roja yekşembe 30/06/2013 de pesend kir.

Hêjayî basê ye ku dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê heya du salan 18/9/2015 hatiye dirêj kirinê û xola sêyem a parlemana Kurdistanê jî ta weku 1/11/2013`an hate dirêj kirinê.

 piştî derbasbûna ew proje yasaye dubare tevlîhevî li nav hola parlemanê di navbera parlemanterên desthilatê û opozisyonê dirust bûye û herdu alî daxuyaniyên agirîn bo kanalên ragihandinê dijî hev didin.