Meriwan/ Fidakariya mamostayekî Kurd hat bi biranin

15:24 - 20 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Semînarek jêr navê “Serbilindê Mayînde” bi armanca bilind nirxandina fîdakariya- Mohemmed Elî Mohemmediyan, yek ji mamostayên Meraîwana rojhilatê Kurdistanê, li bajarê nav borî hat lidarxistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemî bervar 19’ê şibat a 2015’an, bo bîranîna fîdakariya Mohemmed Elî Mohemmediyan ku bi minasibete normal nirxandina nexweşiya penceşêrê cem xwedevanên xwe, pora serê xwe wek xwendevanekî teraşîbû, rêz û hurmet bi wî karê fîdakarane yê wî hat girtin.

Di beşek li semînarê de Hamîd Behramî -Birêveberê semanîra “Serbilindê Mayînde”ragihan: Ew bîranîn bi alîkariya îdareye Perwerde û hînkirina Merîwanê birê ve çû û bi wê minasibetê 78 berhemên hunerî bi mijara fîdakariya mamostayê Merîwanî hatin nîşan dan.

\"24865.jpg\"
Mohemmed Elî Mohemmediyan ew kiryara xwe erka mirovayetî û mamostatî destnîşan kir
Di semînarê de hejmarek mamosta û xwendevanan, helbest û pexşanên taybet pêşkêşî mamostayê fîdakar- Mohemmediyan kirin.

Pêştir Mohemmed Elî Mohemmediyan, bo hevderdî kirin ligel hînberê xwe yê bi navê “Mahan” moyên serê xwe tiraşî bû. Navborî ew kar vek erk û karekî mirovane bi na dike û dibêje :“Min ew karê xwe miravene û hevderdî ligel şagîrdê xwe dihesiband.”

Mohemmed Elî Mohemmediyan 24 sal in, mamostatiyê dike ku 19 sal bi dilxwezî li gundan ders hînî xwendevanan kiriye.