Merîwan/ du zarok bûne goriyê teqîna Mayînê

15:50 - 4 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Teqîna mayînên çandî yên paşmayiya şerê Îran û Îraqê li Kurdistanê de, du kuştî û birîndar li pey xwe re anî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja borî li nizîk gundê “Lengrîz” a ser bi bajarê “Serw ava” de li encama teqîna mayînê, zarokek 13 salî bi navê Bêhzad Yeqûbî demildest jiyana xwe ji dest da û zarokekî 12 salî yê din jî bi nave Ferşad Yeqûbî jî bi tundî birîndar bû.

Tê gotin ku ew du zarokên kurd xelkê gundê “Bêsaran” a ser bi bajarê Merîwanê ne û Ferşad Yeqûbî bi rijdî birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê de li jêr çavdêriyên tund de ye.

Li gorî raporên weşyayî, ew du zarok li dema çerandina pez û ajelên xwe li derdora pasgehek terikandî ya rejîmê de tûşî vê bûyerê hatine.

Li parêzgehên Îlam, Kurdistan, Urmiye, Kirmaşan û Xûzistanê de pitir ji 20 milyon mayînan hene û rûbera erd û zewiyên maynkirî li parêzgehên kurdakincî de, pitir ji 2200 hezar hektaran tê payîn. Lewre Îran bi duyemîn welatê mayînkirî li cîhanê de ye. Li gor lêkolînekê, bi awayê normal rojane 3 kes li Îranê de dibine goriyê teqîna mayînan û li encam de tên kuştin yan jî kêmendam dimînin.

Îranê heya niha peymana “Oatawa” wajo nekiriye. Li gor vê peymanê, dewlet piştî borîna 10 sal bi ser şer de, erkdar in ku zewî û erdêm çandî bi mayînan, ji mayînan paqij bikin.