Merîwan; Welatiyekî nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

13:16 - 21 Îlon 2022

Roja Sêşemî 29ê Xermananê, welatiyek nerazî yê bi navê “Xebat Weysî”, temen 24 salî û kurê “Ebdullah”, xelkê gundê “Gulçêr”ê ser bi bajarê Merwanê ku di kombûna nerizayetî li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”yê de bi teqeya hêzên garda dije şoreş hatibû birîndarkirin, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeya yasayî êrîşî li ser mala wî welatiyî kirine û navbirî binçav kirine.

Herwisa vê çavkaniya agehdar gotiye ku, ew welatî piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Roja Yekşemî 10ê Befranbar a sala 1400an a Rojî, “Xebat Weysî” bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û li roja Duşemî 9ê Reşemeya hemen salê, bi danîna barimteya 1 milyard Tumenî heta dema dadgehîkirinê, hatibû azadkirin.