Mêrekî 70 salî li Merîwanê dawî bi jiyana xwe anî

14:15 - 12 Çirriya pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Mêrekî temen 70 salî xelkê Merîwanê bi sedemeke nediyar xwe kuşt.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpa, sibezûya roja Şemiyê 16`ê Rezberê kesekî 70 salî bi navê \"A. R \" xwe dar vekiriye.

Heya niha jî sedema xwekujiya wî nehatiye ragehandin. Gellek caran kêşeyên aborî, hejarî û destengî, û herwisa kêşeyên malbatî di navçeyên Kurdistana Rojhilat de, xwekujiya hevwelatiyên Kurd lê dikeve.

Pêştir jî cihgirê Saziya Rehetiya Civakî ragehandibû ku hewlên xwekujiya serneketî di nava jinan de ji mêran zêdetir e, lê şêwaza xwekuştina mêran ji jinan tundûtîjtir e, û di her navçeyekê de ji şêweyên cur bi cur bo xwekuştinê mifahê werdigrin, bo mînak li bakûra rojhilat ji heba birinc û li Kirmaşanê jî, bi jehra nokê hewla xwekujiyê didin.